“Yêrêvan xeber dıde” koça xwe bar kır -///=> ANP
“Yêrêvan xeber dıde” koça xwe bar kır
2021-04-17  
Rojnemevan û dılsozê Kurdewariyê, nivîskar û rewşenbîrê Kurd, welatparêzê gelê xwe, yê navdar, xwedanê dengê “Yêrêvan xeber dıde”, Keremê Seyad çû ber dilovanîya xwe. Foto : Arşiva rojnemevan Titalê Kerem

Keremê Seyad, jiyaneke serbılındi û rumet

“Yêrêvan xeber dıde” koça xwe bar kır

Roni Alasor

Brussels, 28 March 2021 - Middle East Diplomatic - Rojnemevan û dılsozê Kurdewariyê, nivîskar û rewÅŸenbîrê Kurd, welatparêzê gelê xwe, yê navdar jı gundê Hako hemberi Ava Erez û Digorê, Keremê Seyad di 82 saliya xwe da, dı 27-ê Adara sala 2021-ê lı Rewanê konê xwe ji nav me bar kir û çû ber dilovanîya xwe.

Dengê Keremê Seyad – «Yêrêvan xeber dide!..», 55 salan xet û sînorên kolionyalizma dıji Kurda nas nekirin û bûbû dengê dîroka me û sîmbola dengê Kurdên komarên Sovîyêta berê bes her wısa hızkıriyê seranserî Kurdistanê.

Wek zarok ez dengê Apê Kerem, dengê zelal û xwemal, dengê ÅŸabun û axina wi bo Kurda dı zaroktiya xwe vırda dınasım. BaÅŸ tê bira mın, dema dıbu esır / berva êvar, guhê bavê mın, Memedê Ahmed herdem lı ser programa Radyoa Rewanê bu. Dema Keremê Seyad digot : “Êrîvan xeber dide, guhdarên ezîz”, bavê mın nedıhiÅŸt em bıaxıfın.

Dema ku mın hezdıkır pışta radyoya bavê xwe ya Delta 8 Transislatorê vekım û bınêrım ka ki zındi dıaxıfe, ÅŸer û tev çun derdıket. Braê mın Nuredin radyoya Delta 8 Transislatorê lı bacarê metropolê Ä°zmirê sala 1973’a 825 panotê tırka kıribu. Dema ku mın radyoya bavê xwe Bebo xerab bıkıra, Heci Zahır Bahadır ra karê temirkırınê derdıket. 

Berya dılovaniya Apê Kerem, mın gelek ced kır ku ez wi kesê eziz û rumet ra bıaxıfım û hezkırın û rêza xwe jê ra diyar bıkım. Bes mıxabın jı bo sedemên tendurustiya wi mın û kurê Apê Kerem, rojnemevanê hêja Kek Titalê Kerem me derfet nedit. 

Belê “Yêrêvan xeber dıde” koça xwe bar kır bes kurê Apê Kerem, Tital misyona bavê xwe dom dıke.

Prîskê Mihoyî, rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya) derheq koçkırına Apê Kerem wıha nivisiye :

Yazîya malbeta Keremê Seyad jî mînanî yazîya gelê me ye. Sala 1918-an, gava tirkên osmanî dikevine Qersê, malbeta kalkê wî–Xalitê Çolo jî tevî hemû êzîdîyên Serhedê ji ber zulm û zora leÅŸkerên Roma ReÅŸ direve, berê xwe dide Ermenistanê. Cerdevanên Romê Xalitê Çolo tevî 50 zilamên êzîdîyan digirin û bi hovane dikujin. Tenê lawekî Xalitê Çolo – Seyad û çend neferên malbeta wan ji wê xezayê xilaz dibin. Ew û gelek malên ji êla sîpka xwe çemê Arpaçayê dixin, derbazî Ermenîstanê dibin û li gundê Heko (navçeya Talînê) dihêwirin, bi wê hêvîyê û gumanê, ku zûtirekê ÅŸer û dewê bisekinin û ewê dîsa vegerine gundê xwe Êngyûkê, kîjan li navçeya Dîgorê ya devera Qersê va girêdayî bû.

Sala 1920-î Komara Ermenîstanêye Sovîyêtê tê damezirandinê. Di navbera Ermenîstanê û Tirkyayê da sînor tê avîtinê. Rê û dirbên berbi miskenê kal û bavan tên birînê. Lawê Xalitê Çolo – Seyad tevî çend malên pismamên xwe diçe Tbîlîsîyê. PiÅŸtî çend salan ew dîsa vedigere Ermenîstanê û li gundê Heko cîwar dibe.

30-ê kanûna sala 1938-a hema li wî gundî, di mala Seyadê Xalit û Gula Bêmal da ewledê kurîn hate dinê. Navê wî danîn Kerem.

Kerem xwendina xweye navîn di dibistana gundê Hekoye dehesale da werdigre. Salên hînbûnêye li dersxanên bilind ÅŸureta wîye rojnamevanîyê dîhar dibe. Nûçe û gotarên wîye biçûk li rojnama navçeyêye «BolÅŸêvîkyan droÅŸov» («Ala bolÅŸêvîkan») çap dibin, dû ra nivîsên wî li rojnamên Komarêye bi navên «Avangard», «Sovêtakan Hayastan» («Ermenîstana Sovîyêtîyê»), «Komûnîst» dertên, lê ji sala 1955-an da usa jî gotarên wî li ser rûpêlên rojnama «Rya teze» tên çapkirinê û bi radyoya kurdî ya Ermenîstanê tên weÅŸandinê…

Sala 1960-î serokê radyoya Ermenîstanê yê beÅŸa kurdî Xelîl Mûradov Kerem wek rojnamevanê xweyÅŸuret vexwendî radyoyê dike û hildide li ser xebatê. Berî wî çaxî dengkirina bi radyoya kurdî rojê nîv sehet bû. Eznîva ReÅŸîd û Emerîkê Serdar jî bêjer bûn. Sala 1958-an Mustefa Barzanî tê Ermenîstanê. Ew li ber serokatîya Komara Ermenîstanê û li Moskvayê jî li ber berpirsyarên Komîtêya Navendî ya partya komûnîstên Yekîtîya Sovîyêtê pirsê pêÅŸda dikiÅŸîne, ku dema xeberdanên radyoya me zêde bikin û goveka pêlên wêye weÅŸanê jî fireh bikin, da ku li Kurdistanê jî bikaribin radyoyê guhdarkin. Zûtirekê dema xeberdanên radyoyê zêde dikin, ji nîv sehetê dikine sehet û nîvekê. Lema jî meha nîsana sala 1961-ê di beÅŸa radyoya kurdî da 12 karmendên nû tên hildanê.

Gelekî balkêÅŸe, gava spîkêrê radyoya Moskvayê, yê di cîhanê da naskirî Yûrî Lêvîtan sala 1977-an tê Yêrêvanê, ew tevî spîkêrên radyoya Ermenîstanê sêmînarê derbas dike. Lêvîtan dengê Keremê Seyad bilind qîmet dike û karta xwe ya vexwendinê dîyarî wî dike.

PiÅŸtî wefatbûna Xelîl Mûradov sala 1981-ê serokatîya radyoya Ermenîstanê karmendê emekdar Ahmedê Gogê wek berpirsyarê sereke yê beÅŸa kurdî destnîÅŸan dike. Ew heyanî sala 1992-an kar dike. PaÅŸî wê yekê, gava Ahmedê Gogê diçe ber dilovanîya Xwedê, Keremê Seyad dibe berpirsyarê sereke. Di nava dîroka radyoya kurdî da ew salên gelekî dijwar û çetin bûn.

Dîhare, ku piÅŸtî hilweÅŸbûna Sovîyêtê rewÅŸa radyoya me yekcar xirab dibe. Ji ber ku dû jevberdana Yekîtiya Sovîytê ra halê aborî li Ermenîstanê zef çetin bû. Gelek rewÅŸanbîrên kurd ji Ermenîstanê derketin, di wê jimarê da karmendên radyoya kurdî jî berê xwe dane welatên dereke. Ji 12 karmendên radyoyê tenê Keremê Seyad ma. Kesên tercme bikirana tune bûn. Kesên nûçe û gotar binvîsyana tune bûn. Kerem him bû wergêrvan, him bû gotervan, him jî spîkêr.

Rojekê berrpirsyarekî radyoya Ermenîstanêye civakî – serokê beÅŸên xeberdanên bona welatên der Vladîk Zadayan gazî Keremê Seyad dike û dibêjê, ku ew tenê maye, divê beÅŸa radyoyê ya kurdî bê dadinê.

Keremê Seyad dijî vê biryarê dertê û dibêje, ku van rojên nêzîk ewê karmendan peyda bike. PiÅŸtî çendekê ew law û keça xwe – Tîtal û Leylê, her usa jî karmenda berê Gulîzera Memê tîne radyoyê û hildide li ser kar. Bi wî awayî, bi saya hereketê Keremê Seyad radyoya kurdî ya Ermenîstanê nehate dadanê. Eva emekê Keremê Seyad yê herî mezine.

Kê li dewsa Keremê Seyad bûya, wê bihîÅŸta û biçûya Rûsyayê li bal bira û pismamên xwe. Wana bona malbata Keremê Seyad derfet û mecalên baÅŸ amade kiribûn û gazî wî dikirin. Lê Keremê Seyad neçû, ewî dest ji radyoyê nekiÅŸand. Tevî Tîtal û Leylê ewî wan salên giran destbi amadekarina bernamên bi taybet kir.

Keremê Seyad wek berpirsyarê radyoya kurdî heyanî sala 2016-an kar kir. Lê ji wê salê heyanî roja îroyîn kurê wi Tîtalê Kerem wî karê sîyanet didomîne.

Keda Keremê Seyad 50 salan ya li beÅŸa radyoya Ermenîstanêye kurdî ji hêla Serokkomarê Ermenîstanê û serokatîya radyoya Ermenîstanê va bilind hatiye qîmetkirinê. Ew layiqî xelata «Qelema zêrîn» û sîyanetnaman bûye.

Sala 2006-an Keremê Seyad ji alîyê Serokkomarê Ermenîstanê da bi mêdala zêrîn hatiye rewakirinê û hêjayî navê rojnamevanê Ermenîstanêyî emekdar bûye.

Herêma Kurdistanê wî vexwendî dike û ew diçe Kurdistana BaÅŸûr. Kurdistan ûsa li ber çavê wî xweÅŸ û ÅŸîrîn bû, tê bêjî ew hatbû çikilê buhuÅŸtê.

Ew dengê dewranekê heta-hetayê kete nava dîrokê, bû xewna ÅŸeva, sertaca kêlman û hikyata batinî. Sed heyf, ku ewî dengê zîz, wê akila ÅŸîrîn îdî emê zêndî nebihên. Bêguman, ew dengê ji bo me bibe dengê hisretê, dengê dewrana tevgerê, xwehesînê û xwenaskirinê…

Çevkani ;Bı dengê TÄ°TALÊ KEREMÊ SEYAD – XUDANÊ DENGÊ DEWRANEKÊ:

https://ku.armradio.am/2021/04/16/yerevan-xeber-dide-16-04-2021/

 

 

 



Print


.
2023-10-30 - 14 :33    Dr ZerdeÅŸt Haco Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt
2022-11-23 - 20 :54    Navdareki Kurd : Cewoyê Emer Mamoyan
2021-04-17 - 05 :23    “Yêrêvan xeber dıde” koça xwe bar kır
2020-03-31 - 14 :45    KURD ÇAWA BUN `miletê êzidî` ?
2020-02-28 - 15 :32    Kurdî qedera min e
2020-01-29 - 12 :58    JÄ°YANA NIViSKARÊ KURD ELÃŽYÊ EBDILREHMAN
2019-09-07 - 04 :49    YEKÄ°TÄ°YA KURDA, ROLA SEROK Û PARTÄ°YÊN KURD
2018-08-21 - 16 :14    Nirxandina Islama Siyasî di neynika wêjeya Kurdî de
2015-01-24 - 04 :34    WEZÃŽRÊ EÅžO ÇU SER DILOVANÄ°YA XWE
2013-01-01 - 06 :21    Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye
2012-01-22 - 12 :06    Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya
2012-01-14 - 01 :24    Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14 - 00 :55    Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
2011-11-08 - 22 :00    Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-10-15 - 02 :00    Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-09-18 - 01 :32    Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk
2011-03-17 - 01 :54    Barzanî: Divê em hev xaîn îlan nekin
2011-02-08 - 02 :25    Dîktatorek diçe yek tê
2010-11-16 - 00 :03    Pêncî saliya ÅŸewata zarokên sînema Amûdê
2010-11-13 - 20 :48    Girîşayê Memê ji nav me koç kir



About us  |  Contact information
Copyright 2008, ANP. All rights reserved.
Powered by Med Diplomatic