Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya -///=> ANP
Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya
2012-01-22  
Nivîskar û lêkolivanê Kurd Konê Resh, li Qamişlo / Rojava Kurdistanê, li ser dostaniya Cegerxwîn û Hisênê Emînê Perîxanê Du Kalemêrên Ermenî ra axift....

Dostaniya Cegerxwîn û Hisênê Emînê Perîxanê

-Bi Çavên Du Kalemêrên Ermenî -

Konê ReÅŸ / QamiÅŸlo - Rojava Kurdistan
Sebaretî me Kurdên Sûriyê û bi taybetî kurdên bajarê QamiÅŸlo, her dem Cegerxwîn di nav me de amade ye. Åžop û ÅŸûna wî di gelek sikak, kolan û taxan de belû ye.. Hêjî gelek ji hevalên wî, yên ku pêre mezin bûne û danûstandin pêre kirine li bajarê QamiÅŸlo ne û hina ji wan helbestên wî ezber kirine û her dem û gav qala wî dikin û wî bibîr tînin.
Sebaretî min, her dema ku ez li kovara Hawarê an Ronahiyê vedigerim, tiÅŸtekî nû di wan de dibînim, vê cara dawî ku min ew xwendin, ez rastî Cegerxwîn û Hisênê Emînê Perîxanê hatim. Min dît ku her yekî ji wan helbestek bo yê din nivîsandiye û di kovara Ronahiyê de belav kirine. PiÅŸtî ku min ev yek naskir, min berê xwe da wan hevalên wan, da ku bêtir pêzanînan li dor dostaniya wan nasbikim û bizanibim û wiha ez restî van her du kalemêrên Ermenî yên bira; Antranîkê Bêdros û birayê wî Gerabêtê Bêdros hatim.
  
Antranîkê Bêdros (1925) û birayê wî Gerabêtê Bêdros (1935)
Evên ku xwe ji eÅŸîra Reman dihejmêrin û ji dostên Hisênê Emîn yên herî nêzîk bûn li bajarê QamiÅŸlo. Hisênê Emîn kî ye? Kurê axayê hoza Rema Emînê Ehmedê Hecî Evdella ye(Perîxanê). Ew di sala 1919 an de li herêma BiÅŸêriyê çêbûye, xwendina xwe li Eskîfê û Diyarbekirê xwendiye. Bavê wî Emînê Perîxanê yek ji hîmdarên damezirandina komela Xoybûnê bû li Beyrûtê sala 1927 an.. Di sala 1933 an de piÅŸtî ku bavê wî Emînê Perîxanê bi destê Tirkan hat kuÅŸtin û birayê wî Åžikrî bi gunehê kuÅŸtina bavê wî gunehkar kirin, ew jî ji neçarî, di sala 1939 an di pey birayê xwe yê mezin Åžikrî Binxet bû.. Li Binxetê dostaniya wî û Cegerxwîn bi hev re çêbû û dirêj kir.. Di sala 1951ê de Hisênê Emîn vegeriya welatê xwe BiÅŸêriyê, nav eÅŸîra Rema û di sala 1983 an de li Anqera çûye ber dilovaniya Xwedê.
Pirsa min ji wan her du kalemêrên Ermenî ev bû: Dema ku Hisênê Emîn Binxet bû, gelo pêwemdiyên we pêre hebûn.. Cegerxwîn dihat cem wan.. Dostaniya wî û Cegerxwîn çilo û çawa bû..?
Antranîk û Gerabêtê Bêdros, her du birayên hev in, her dem û gav bi hev re ne, wek teyrikê du bira ne.. Her ku ez diçim qehwexaneya Elumeraa li bajarê QamiÅŸlo, dibînim ku her du bi hev re lê rûniÅŸtîn e. Car- cara ez jî bi wan re rûdinêm û qehweyekê bi wan re vedixwim. Bi vexwarina wê qehweyê re, em dikevin dabaÅŸa mala Perîxanê (Mala Hecî Evdella) û zarokên Emînê Ehmedê Perîxanê de. Ji ber ku Hisênê Emîn bêtir ji nifÅŸê wan bû, wana ew bêtir dîtibû û pêwendiyên wan bêtir pêre hebûn; wek heval û hogir bi hev re danûstandin kiribûn, vêca wan bêtir ji min re, qala Hisênê Emînê Perîxanê kirin..
Bersiva pirsên min wiha vegerandin: PiÅŸtî kuÅŸtina Emîn axa, her du kurên wî Åžikrî û Hisên binxet bûn. Destpêkê hatin gundê Girsor, rex mala Xello axayên eÅŸîra Mêrsînan, ew jî bi koka xwe ji eÅŸîra Rema ne. Li Girsor wan û Cegerxwîn hev naskirin. Hingî mala Cegerxwîn li Amûdê bû. Cegerxwîn jî wek Evdî axayê Xello û eÅŸîra Mîrsinan ji hevalbendên Fransizan bû, vajî Seîd axayê Deqorî.. Ji rexekî din ve mele Eliyê Topiz ku dibe xwarziyê Cegerxwîn, ÅŸêwirdarê Evdî axa yê Xello bû, hem jî Cegerxwîn û mala Perîxanê ji yek welatî bûn; Hesar, Kercos, Qerqat û Remanên jêrî bi ser hev ve bûn. Erê Hesar ne di bin destê Rema de bû, lê sînordaÅŸên hev bûn, Nexasim Remanên jêrî ku mala Perîxanê serokatiya Reman di her du rexên çemê Dicle de dikirin ta bi tixûbê Kercosê ku Hesar, gundê Cegerxwîn, pêve girêdayî ye. Bi wateyeke din Cegerxwîn ew wek axayên xwe didîtin.. Van sedeman dihiÅŸt ku Cegerxwîn xwe nêzîkê her du kurên Emînê Perîxanê; Åžikrî û Hisên bike û kêfa wî gelekî ji wan re dihat..
Antranîk û Karabêtê herdiwan bi hev re, ev çîrok ji min re gotin, ku yek ji wan ÅŸaÅŸ dibû yê din ÅŸaÅŸitiya birayê xwe rast dikir.. û wiha pêde diçûn û ji min re gotin: PiÅŸtî pêlekê ku di nav eÅŸîra Mîrsinan de man, bi alîkariya Fransîzan û mala Xello çûn gundê Qetraniyê ava kirin û dibistanek bo fêrkirina zimanê kurdî lê vekirin.. Lê vê paÅŸiyê wan û mala Haco li hev nekirin, nexasim piÅŸtî ku Hisênê Hesenê Haco mala xwe bir Qetraniyê.. Vêca ji neçarî mala xwe anîn QamiÅŸlo û li QamiÅŸlo bi cih û war bûn. Mala Åžikrî axa li ser kenarê çemê Ceqceq bû.. Hingî me Ermeniyan û xelkên BiÅŸêriyê û Xerzan qedrekî zor ji wan re digirt. Ermeniyên me xanî ji Åžikrî axa re li ser kenarê çemê Ceqceq ava kirin û her êvar li civata wî û birayê wî Hisên bûn.. Û ji wê hingê ve ew tax bi navê Mihela BiÅŸêriyê an taxa BiÅŸêriyê hatiye bi nav kirin.. Ji ber ku xelkên ku di wan salan de ji BiÅŸêriyê dihat xwe li wan digirtin û wiha navê wê bû taxa BiÅŸêriyê û ta roja îro bi navê taxa BiÅŸêriyê tê naskirin.. Em jî bi bavê xwe re diçûn mala wan, mala wan wek mala me bû, me gelekî li hev mûm dikir.. Cegerxwîn jî pirê caran ji Amûdê dihat mala wan.. Li mala Åžikrî û Hisên Emîn, me Cegerxwîn naskir.. Naskir ku ÅŸairekî Kurda ye..
Cegerxwîn û Hisênê Emîn bi hev re Hawar û Ronahî û hin kitêbên din dixwendin û dinivîsandin.. Dektîlok li cem Hisênê Emîn hebû. Cegerxwîn ji Amûdê dihat, Hisênê Emîn jêre dinivîsand û ji Celadet beg re diÅŸandin Åžamê.. û wiha di rêka Hisên û Åžikriyê Emînê Perîxanê re me Cegerxwîn naskir û dostaniya me ji hingî ve pêre çêbû.. Dema ku Cegerxwîn mala xwe ji Amûdê anî QamiÅŸlo, ket xaniyê xalê me Xello de û dor heft salan têde ma, paÅŸê ket xaniyê Strak de navê jina wî Terzo bû û wiha di nav me Ermeniyan de gelek salan maye.. Me qedrekî zor jêre digirt.. Ji wê hingê ve dostaniya me Ermenan û xelkên taxa BiÅŸêriyê bi Cegerxwîn re çêbû û dirêjkir.. Lê piÅŸtî ku efûya Åžikrî û Hisên derket û vegeriyan welatê xwe, nav Rema, em dûrî hev ketin, ew dostaniya me bi Cegerxwîn re qels bû û êdî nema wek berê me ew didît..
Xuya ye ku di wan salan de dema ku mala Åžikriyê Emînê Perîxanê û birayê wî Hisên li gundê Qetraniyê û QamiÅŸlo bû, Cegerxwîn gelek caran dihat cem wan û wiha di bin bandora xwendina kovara Hawar û Ronahiyê de, Hisênê Emînê Perîxanê jî helbest nivîsandine û hin helbestên wî di kovara Hawarê û bêtir di kovara Ronahiyê de hatine belav kirin..
Di vê derbarê de bi min xweÅŸ e ku vê helbesta wî a bi navê (MarÅŸa Tîpan) a ku ji bo zarokan di kovara Ronahiyê, hejmara 25 an, sala 1944 de belav bûye, careke din bo xwendevanan belav bikim:
Em ÅŸagirt in, dixwînin, A. B. C
Nivîsandin, ew ji me re, armanc e
Tîpên me tev sî û yek in Ç. D. E
XweÅŸî ev e, bi zimanê kurdmanc e
Ê. F .G. H. him rehet e, him ÅŸêrîn
Î. I. J. K. xweÅŸ dixwînim bi qîrîn
L. M. N. O. hê mayîne hinên din
Gelî kurdan, werin tev de bixwînin
P. Q. R. S. Åž. T. Û. U. tu meyze
V. W. X. ne, ÅŸaÅŸ nakim yek levze
HeÅŸt dengdêr in, heçî dengdar bîst û sê
Riya ronî dibistan e ma Y û Z..
Hisênê Emîn, Qetranî 20/12/943
Û ji wan helbestan, yek ji seydayê Cegerxwîn re nivîsandiye û di kovara Ronahiyê, hejmara 24 an, sala 1944 an de belav kiriye.. Cegerxwîn jî wek bersiv, helbestek bo wî di Ronahiyê, hejmara 26 an, sala 1944 an de belav kiriye û mîr Celadet Bedirxan xwediyê kovara Ronahiyê wek note, di binê helbesta Cegerxwîn de wiha nivîsandiye: (Hisênê Emîn di hejmara Ronahiyê a 24 an de ji seyda gazin dikirin. Ev ÅŸîhir ji wê gazinê re bersivek ÅŸêrîn e). Bi rastî Cegerxwîn di helbesta xwe de pesnekî zor daye Hisênê Emîn, dema ku wî, ew bi navê (Emînê Welat), bi nav kiriye.. Ev e bersiva Cegerxwîn ji Hisênê Emînê Perîxanê re:
Hisênê Emîn, emînê welat
Åžîhra te xweÅŸ e, mizgîn û berat
Ez westiya bûm, ji rê derketim
Lingê min têla, xewa min dihat
Ez raketî bûm, xew pir ÅŸêrîn e
Îro bihar e, ne maye sibat.
Te dey li min kir, ji xew qevistim
Serê xwe hilda, roja me hilat.
Tana xwe daye çiyayên bilind
Tev tê xemilîn, çi deÅŸt û çi lat.
Rengê zêrînî xwe berda welat
Sor û zer mane bajar û kelat
Pir bi min xweÅŸ tê, dengê te ê zîz
Qêrîna piling, qebqeba ribat
Ey xortê hêja mizgîn im li te
XweÅŸ ber girtiye bexçeyê xebat.
Damarên tehlî, hêj tê de mane
Qet ÅŸêrîn nabî, bê ceng û civat.
Hisênê Emîn, emînê welat
Te nehiÅŸt razim, xewa min dihat.
Cegerxwîn dilkul, seydayê xortan
Riya me dûr e, warê me welat.
Cegerxwîn


Print


.
2023-10-30 - 14 :33    Dr ZerdeÅŸt Haco Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt
2022-11-23 - 20 :54    Navdareki Kurd : Cewoyê Emer Mamoyan
2021-04-17 - 05 :23    “Yêrêvan xeber dıde” koça xwe bar kır
2020-03-31 - 14 :45    KURD ÇAWA BUN `miletê êzidî` ?
2020-02-28 - 15 :32    Kurdî qedera min e
2020-01-29 - 12 :58    JÄ°YANA NIViSKARÊ KURD ELÃŽYÊ EBDILREHMAN
2019-09-07 - 04 :49    YEKÄ°TÄ°YA KURDA, ROLA SEROK Û PARTÄ°YÊN KURD
2018-08-21 - 16 :14    Nirxandina Islama Siyasî di neynika wêjeya Kurdî de
2015-01-24 - 04 :34    WEZÃŽRÊ EÅžO ÇU SER DILOVANÄ°YA XWE
2013-01-01 - 06 :21    Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye
2012-01-22 - 12 :06    Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya
2012-01-14 - 01 :24    Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14 - 00 :55    Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
2011-11-08 - 22 :00    Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-10-15 - 02 :00    Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-09-18 - 01 :32    Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk
2011-03-17 - 01 :54    Barzanî: Divê em hev xaîn îlan nekin
2011-02-08 - 02 :25    Dîktatorek diçe yek tê
2010-11-16 - 00 :03    Pêncî saliya ÅŸewata zarokên sînema Amûdê
2010-11-13 - 20 :48    Girîşayê Memê ji nav me koç kir



About us  |  Contact information
Copyright 2008, ANP. All rights reserved.
Powered by Med Diplomatic