Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk -///=> ANP
Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk
2011-09-18  
Ronakbirên kurdê Ermenistanê Eskerê Boyîk bu 70ê sali. Apê Wezîr, Wezîrê Eşo jiyan û xebata Eskerê Boyîk nivisi... Xwedê emreki diha dur u dirêj bide Kek Esker.

Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk

Wezîrê EÅŸo / Bruksel - Eskerê Boyîk yekemîn helbestvanê kurd yê nifÅŸa sêyemîn ya helbestvanên kurdê Ermenistanê bû, ku helbestên wî bi cûrê pirtûkan dervayî sînorên wî welatî û temamîya Yekîtîya Sovêtyê hatin weÅŸendin, bi tebyetî sala 1979a gava li Stenbola Tirkîyayê bi zimanê kurdî û wergera li ser tirkî berevoka helbestên wî bi sernivîsa “ Kulîlkê çîya“ hate çapkirinê. Sala1990 î eynî pirtûk li Stokoholmê hate weÅŸandinê. Bi saya vê yekê Eskerê Boyîkî dervayî Ermenistanê bi govek û aqareke berfireh hate naskirin, deng da. Lê sebebê popûlyarbûna wî ya bingehîn, hê berîya 9-10 salan min li lêkolîna xwe da ya bi sernavê “ Edebyeta Kurdên Ermenistanê”, ku sed mixabin hela hê nehatîye weÅŸandinê wa nivîsîye; “ Eskerê Boyîk di nav ÅŸayîrê kurd yên ji nifÅŸên xwe yên Ermenistanê bûye ÅŸayîrekî popûlyar û bi serda jî herî hizkirî. Û ne ku tenê nava xwendevanên Ermenistanê û sovêta berê da… lê wisa jî di nav xwendevanên dervayî sînorên van welata da. …Sebebekî vê yekê yê bingehîn tenê ne ewe, ku di nava ÅŸayîrên nifÅŸê wî da berhemên wî ji yên hemûÅŸka bêtir dervayî Ermenistanê û Yekîtêya Sovyêtê ya berê bi tîpên latînî hatine weÅŸandinê. Lê sebebê weÅŸandina wan yê bingehîn qet ew yek jî nine, ku ew van salên dewî hatîye li Awropayê bi cî bûye, bêtir ji wî ra îmkan çê kirine, ku ew pirtûkên xwe li vira bide weÅŸandinê. Sebebê bingehîn poêzîya wî ya bi ÅŸêwîya hunermendîya bedew ya bilinde”.

Eskerê Boyîk di nava ronakbirên dewrana me yen kurdê Ermenistanê da fênomênekî herî balkêÅŸ e. Wî, weke emê bibînin, gora perwerda zanîngehî têza doktorîyê amade kir û nave doktorê zanîna aborîyê (êkonomîka malhebûna gundîtîyê) qazanc kir. Lê li teniÅŸta wî karî da wî karê xwe yê berhemdarîyê weke helbestvan berdewam kir, piÅŸt ra jî wî karê xwe di ware pirozayê, dîrokzanîyê, edebyetzanîyê da pêÅŸ xist. Lê fênomênîya here fênomên ewe, ku Esker di van hemû waran da teyîsî, birq veda, ronayî da, ji ber vê yekê ez wek ronakbîrekî kurd û wek xizmetkarekî wêje û çanda kurdî xwe berpirsyar dibînim û bi ÅŸabûn vê firsenda temambûna 70 salîya wî bi kar tînim ji bona bi obyêktîvî û xêrxwzî emekê wî di pêÅŸketina kurdeyetîyê da qîmetkim û kar û barêên wîye bi sala raxim ber çavên xwendevanan.

***

Eskerê Boyîk (Askiyar Broyan) 31 ê tebaxa sala 1941 ê li gundekî kurdayî navça Ermenistanê ya Axbaranê: Qundesazê (niha Rîya Teze li herêma Aragasotinê) malbeteke kurdên êzdî da hatîye dinê.

PiÅŸtî tamkirina dibistanên gundê xwe û gundê cînar Elegezê ew sala 1961 ê înstîtûta Malhebûna gundîtîyê ya bajarê Yêrevanê da tê qebûlbûn û sala 1966 a bi qîmetên here bilind dewyê li wê tîne. Demekê li înstîtûteke zanyaryê-lêkolînê ya Yêrêvanê da wek pêÅŸekzanê sereke dixebite, paÅŸê Instîtûta zanyaryê ya Aborîya Malhebûna gundîtîyê da dikeve Aspîrantûrayê (xwendina standina dereca doktorîyê). Sala 1974 a têza doktorîyê diparêze û navê doktorê êkonomîkîyê (aborîyê) distîne. Wî kivÅŸ dikin wek serokê beÅŸeke wê înstîtûtê. Tevî karê zaniyaryê ew usa jî gelek sala Zanîngeha Yêrêvanê ya Malhebûna gundîtyê da dersê rêvabirina (serkarîkirina) malhebûnên gundîtîyê dide. Di warê zaniyarîya aborîya (êkonomîka) gundîtîya Ermenistanê da xudanê devedevî 40 xebatê zanyarî ye.

PiÅŸtî hilweÅŸîna Yekîtîya Sovyêtiyê sala 1993 a dest ji kar û barê xwe berdide, diçe Komara Qazaxistanê. Sê sala li wur dimîne û pey ra berê xwe dide Awropayê û li Almanîyayê bi cî dibe, kîderê jî hetanî roja îroyîn karê xwe yê nivîskarîyê, zanyaryê, civakîyê dimeÅŸîne, lê êdî bi temamî di warê edebyet, çand û dîroka kurdî da.

Her çiqas jî, di warê zanyarîya aborîya malhebûna gundîtîyê da bi cîanîna lêkolînên zanîyarîyê û perwerdekirinê da barekî giran hilgirtibû û bi serketn dimeÅŸand, lê wî li nav xwendevanên kurd da weke helbestvan, diramatûrg, rojnemevan, pûblîsîst deng dabû.

Eskerê Boyîk bi ruhê xwe va helbestvan e. Di salên kare ewlin da wî bi xwe jî tê derdixist, ku karê wî edebyet e, jîyana wî da ÅŸaÅŸî çê bûye, ku pêÅŸekî din bijartîye, lê çiqasî jî dixwest ÅŸaÅŸîya xwe serrast bike, nikaribû. Ji ber ku tu nivîskarê kurd li Sovêtstanê nikaribû tenê bi nivîskarîya kurdî ebûra xwe û nefera bike. Ji bo vê yekê jî, ez dixwezim Eskerê Boyîk weke fênomênekî bi nav bikim, çimkî bilî karê xwe yê fermî, yê di warê bi zanyarî çareserîkirina pirsgrêkên aborîya gundîtîya komara Ermenistanê, usan jî bi serketin rêya kar û barê edebyet û çanda kurdî da dimeÅŸya.

Ev karê dawî Esker êdî bi saya xwegîhandin, xweperwedekirina di warê ziman, edebyet û çanda kurdî da bi cî danî.

Tenê ji piÅŸtî sala 1993 a ra gava ewî Ermenistan piÅŸt xweva hîÅŸt, ji pey gelek zehmetîya ra (welate dereke da) jêra îmkan û fersend çê bûn ku ew xwe bi temamî nivîskarîyê, kurdzanîyê, bi tebyetî bi cîanîna lêkolînên di warê dîrok û ola kurdên êzdî va mijûl bike.

***

Ji alîkî va vê welatvanî û hogirtîya nêzîk û helal ya navbera min û Esker da ez didefandim berbi cîanîna peyveke xweÅŸ û germ ji bo sersala wî, alîyê dinê va eynî tiÅŸtê ez bi pisîkolojî hetanî warekî bend dikirim, ku dibe hinek bêjin Wezîrê EÅŸo jî ber wê yekê haqasî Eskerê Boyîk bilind dike? Ev fikir û ev tiÅŸt dilê min da disêwirîn gava jimara rojnemeke me kurdan ya hêja- „RÛDAWÊ „ ya 21 ê tîrmeha îsalin ket ber destê min. Li wê da hevpeyvîna Alî Gûler tevî hunermend-stiranbêjê kurdî bi nav û deng Nîzamettîn Arîç hatibû çapkirinê, ku zemanekî bi navê Feqîyê Teyran jî deng dabû. Hevpeyvîn derheqa weÅŸena albima Nîzamettîn Arîç ya nû da bû. Di bersîva pirsekê da hunermendê pirÅŸuret wa dibêje: „… di nav kurdên Kavkas û Serhedê de cîhê Fêrîkê Ûsiv cudaye. Helbestvanekî girînge. Di helbestên wî da cihaneke kûr û fire heye. Merivan ji xwe ra dike heyîran. Raman û felsefa wî gelekî kûre. Eskerê Boyîk jî ne kême. Merov dikare gelek bi hêsanî helbestên wan bike sitiran“.

Hevpeyvînê da tê agahdarkirin ku: „Alboma „Azadî“ ji 10 sitiranan pêk tê. Hemû sitiran jî li ser helbestên kurdên Kafkasîya Fêrîkê Ûsiv û Eskerê Boyîk hatîye amadekirin“. Navê albomê ji navê helbesta hogerê min Eskerê Boyîke „Azadî“ hatîye hildan.

Van gotinên Nîzamettîn Arîç û vê agahdarîya rojnemê ÅŸabûneke mezin xistin dilê min. Çawa ÅŸa nebî, ku du weletî û du hogirên teye nêzîk, li dervayî sovêta berê jî têne naskirinê û keda wan bi hêjatî tê nirxandinê: ya Fêrîk û Esker.

***
Gava Esker, ji bo sitandina xwendina bilind sala 1961 ê hate paytextê Ermenistanê Yêrêvanê

atmosfêra wur bi bîn û buxsa çanda kurdî va dagirtî bû. Evan salên pêÅŸketina edebyet, çand, huner û kurdzanîyê yên here xweÅŸ bûn. PiÅŸtî salên 1937-1938 a yên rêprêsyayên stalînîzmê salên 50 î mecal û îmkan kurdeyatîêra berfire vebûn, îmkanê ji bo nu va welidandin, xuliqandina çanda kurdî çê bûn. Em dikarin wê demê weke Ronêsans bi nav bikin, kîjan diÅŸibîya Ronêsansa Awropa Rojavayê ya berya çend sedsala. Yêrêvanê da dezgeh, rêxistin, hevaltîyên edebyet û çanda kurdî, her usa jî kurdzanîyê çê bûn: rojnema Rîya Teze ji nû va hate weÅŸendinê, weÅŸenên radîyoya Ermenistanê bi zimanê kurdî ji Yêrêvanê heroj bi zemanê angor dirêj û kifÅŸkirî hatin bi cîanînê, Înstîtûta Rojhlatzanîyê ya Akadêmîya Ermenistanê ya Zanîyarîyê da beÅŸa kurdzanîyê dest bi karê xwe kir, di nava goveka Yekîtîya Nivîskarên Ermenistanê da sêksîya nivîskarên kurd hate demezirandinê, weÅŸenxana Yêrêvanê da beÅŸa çapkirina pirtûkên kurdî hate vekirinê. Em êdî derheqa wê yekê da nabêjin, ku dora wan dezgehan artêÅŸek ronakbirên kurd civya. Bi dehan dûhatîyên wan hersal zanîngeh û înstîtûtên Yêrêvanê yên xwedina bilind temam dikirin. Her çiqas jî, Eskerê Boyîk xwe li perwerde û pêÅŸe ji edebyet û çanda kurdî xerîb girtibû, lê gîyanê kurdîtîyê û kemala helbestvanîya wîye xwezayî ew defandin nava refên ronakbirên kurd. Esker hewil da û zûtirekê cîyê xwe yê anegor di nava artêÅŸa ronakbiran da girt.

Helbestê wî yên yekemîn ser rûpelên rojnema „Rîya Teze” û bi radîyoyê bi zimanê kurdî hatin weÅŸendinê. Lê sala 1966 a berevoka helbestên wî ya ewlin bi navê „Siverê” li Yêrêvanê hate weÅŸendinê: pirtûk eynî weke ÅŸiverê tenik, lê warê hunurê û naverokê da, eger em dikarin wa bêjin, qelaw û kûr bû. Bi sebebên dervayî îrade û daxweza wî pirtûka wî ya duyemîn, piÅŸtî zemanekî dirêj, eynî bajarî da, sala 1975 a bi sernavekî xweÅŸik: „ Kulîlkên çîya“ hate weÅŸendin. Wê pirtûka helbesta nav û deng û naskirin çawa li nav xwendevanê kurd yên Ermenistanê usa jî ji sînorê wê dêr jî helbestvanê gênc ra anî. Ji dervayî sînorê Ermenistanê li du welatên derva bi orgînala xwe kurdî û bi wergera ser zimanê tirkî hate weÅŸendin. Pirtûk wergerandibû û weÅŸabdibû sîyasetmeder û helbestvanê kurdî mezin Kemal Bûrkay.

Heta niha ev pirtûkên wî yê helbestan hatine weÅŸendin: “Tîrênc”, “Kulîlkên Birîndar”, “Govenda Herfan”, “Duaya sere sibê”, “Oda çîrokan”, “Ez kilameke melûlim”.

Eskerê Boyîk ÅŸayîrê dewrana meye. Ji alyê xwendevanada hêjayî hizkirinê bûye. Dîharkirineke vê hizkirinê jî ewe, wekî me li cîyê pêwîst da jî kivÅŸ kir, ku hunermendekî kurd yê pirr hêja ne ku tenê helbestek lê çend helbestên wî kirîye sitiran. Åžedetîke hêjatîya wîye helbestvanîyê jî ewe, ku Esker cûre û peyva xwe ya xwexatyê anîye nava helbestvanîya kurdî, qet misqalekê jî ÅŸayîrên berîya xwe û yên zemanê xwe dubare nake. Ew bi awazê xwe yê cuda û xisûsî dinivîse û xwendevanên, ku pirî-hindikî haya wan ji poyêzîya helbestvan heye, gava helbesteke wî ya nû, bê kifÅŸkirina navê wî dixûnin- dest xweda serva diçin ku ew helbesta Eskerê Boyîk e.

Govek, sînorê gotarekê mecalê nade, ku em dûr û dirêj bi hûrgilî heralî ser analîzkîrina poyêzîya Esker rawestin. Ber wê yekê jî emê her bi tenê bi xetên giÅŸtî, tomerî û bi meselên kêmjimar poêzîya wî raxin li ber çavan û binirxînin.

Berhemên Eskerê Boyîk yên pirozayê û ÅŸanogeryê jî balkêÅŸin. Kurteçîrok , ÅŸano û romanên wî ji alyê xwendevana va bi hizkirin hatine pêÅŸwezîkirin û qimetkirin.

Rawestandina ser naveroka romanên wî (xazma “Xezeba Xwedê”) vê gotara sînorkirî da ne mimkûne, ber wê yekê jî emê bi tenê kifÅŸ bikin, ku roman li ser doza tirajêdîya êl û eÅŸîreke kurdên êzdî hatîye sêwirandinê.

Åžanoyên “Sinco keça xwe dide mêr”, “Mem û Zîn”,

“Birînê rojên Buhurî” ser dikayên tîatroyên kurdî yên Elegezê, bajarê Tilbîsê û li Almanîyayê demên dirêj hatine lîstinê.
***
Eskerê Boyîk ku perwerda xwe dibistan û zanîngehên ermenî da standibû, ber ku yên kurdî bi sebebên eÅŸkere tune bûn, lê bû helbestvanekî kurdî bi nav û deng, xudanê kemala helbestvanîêye bilind ev yek femdarîye, ber ku helbestvanî ji karaktêr (xeyset) û giyan, ji aqil û kemala wî dihat . Lê Esker, ku dibistan yan zanîngeheke kurdî ji dûr va jî nedîtibû, lê bû kurdzanek bi giÅŸtî, temamî û sipêsîyalîst (pêÅŸekzan) lêkolîner di ware dîrok û ola beÅŸeke gelê me kurden êzdî da eva êdî cîyê ecêvmayînê ye. Di vî ware zanîyaryê da lêkolînên hêja giranbiha cianîn û bi awayê gotar û pirtûkan dan weÅŸendinê. Em jî ber sebebê li jêrê kifÅŸkirî Eskerê Boyîk dikarin bihesibînin weke kurdzanekî xwegîhandî, xweperwerdekirî.

Sebeb çi bû, ku Eskerê Boyîk berê xwe da zanînên dîrok, civaknasî û ola kurdên êzdî? Belkî ji êzdîyatîya wî bû, ku ew bi xwe jî ji kurdên êzdî bû? Helbet, ev yek jî hebû, lê ew ne menîya bingehîn û ya tek-tenê bû. Sebebê bingehîn ew bûyê, ku dagerkirên Kurdistanê (civakî û olî), dijminên gelê kurd bi dewr û zemana ji bo desthilatdarîya xwe Kurdistanê da biparêzin, xurtkin cudatîya olê bi kar anîne, dutîretî kirine navbera kurdên êzdî û musulman, ew rakirne rûyê hev, li hev kirine dijmin, li hev dane qirkirinê. Heger em bi awayekî dine jî vê fikirê eyan bikin, dikarin bêjin, ku eynî dagerkiran, eynî dijminan ola musulmantîyê, ku piranîya gelê kurd dabûn qebûlkirinê dijî menfet, berjewandîyên gelê me bi kar anîne, ku hetanî îro jî ew sîyaset berdewam e.

A, ji ber vê yekê jî bilî, ku lêkolîna ola êzdîtîyê ji alîyê zanyarîyê da pêwûst bûye, ew her usa jî têma, babetekî aktûêl bûye ji bona lêkolînaran û di nav wan da bona yekî weke Eskerê Boyîkî miletevîn.

Bi rastî jî çima ewqas ferman li êzdîyan hatine rakirin, çima êzdî hatine kokbirkirin, çima êzdî ji alîyê birayên xwe kurdên musulman va hatine zêrandin, heramkirin, heta nan û destkuja wan jî nexwerine? Çîye sebebê vê koçberî û reva kurdên êzdî ji welêt? Êzdî ku bawarya xwe da ewqas berkin, çima musulmanî, wan wek “bêxuda” hela carna jî “kafir” nav dike? Çima hinek êzdî ji netewa xwe direvin û dibêjin “Em kurd nînin”? Sebebê dîndijminatîya di navbera kurdên musulman û êzdî da çiye? Eskerê Boyîk di pirtûka xwe“ Êzîdîyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên ReÅŸ” , lêkolîn û gotarên xwe din da ser hîmê çevkanîyên nivîskî, zargotinî û ayînî hewl dide bersîva wan pirsa bide. Bersîv jî yeke: Dagerkirên Kurdistanê yên civakî û olî, ku kurdan û welatê wan bin destê xwe da xweyîkin ev “jera” dutîretîyê kirine nava vî gelî û cîyê dilêÅŸîyê jî ewe ku her tiÅŸtî bi destê kurda bi xwe dikin: bi destê kurda mala wan, tifaq û yekîtîya wan wêran dikin.

Derheqa wê dutîretîyê ji alîyê zemîn da ya here nû, here dewî, ku ew jî bi xwe li Ermenistanê bû ÅŸede, di lêkolîna xwe “ Êzîdîyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên ReÅŸ” da wa dinivîse: “Her kes bi evden bê piÅŸt û bê tifaq dilîzin… Birek kurdên êzdî ketin tora partîyake ermenîya ya desthilatdar ya miletçî, nijadperest, gotin: “Em kurd nînin. Êzdî kurd nînin”. Hinek ji bo berjewendîyên ÅŸexsî u qazanckirina navên arzan ketin li nav wê lîstila qirêj, hinek jî bi dilê sax gihîÅŸtin wan… Pak bû xelkê bi alîkarîya rewÅŸembîrên wure kurd ( li vê tangê rasttir dibû Esker zelaltir bigota: “ RewÅŸenbîrên kurdên êzdî” ber ku yên kurdên musulman wî zemanî da li Ermenistanê êdî ne mabûn.- W.E.) zû tê derxistin, ku li bin wê lîstikê da çi nêta xirab, veÅŸartî heye û ji sedî pênc jî li pey wan “êzdîyan” neçûn “. ( rûp. 6). PiÅŸtî wê Eskerê Boyîk eyînî pirtûkê da li ser pêwîstî, aktûêlîya bicîanîna lêkolînên zanîyarî yên dîrok û ola kurdên êzdî radiweste û wa dinivîse: “ Heger lêkolînên usa hebûna ( yên ku me hêja besa wan kir-W.E.), gel rastîya dîroka xwe bizanbûya, serwext bûya çima, çawa ew buyer pêk hatin (bûyarên birakujîyê navbera kurdên musulman û yên êzdî da- W. E.) dijwar êzdîkî helalî bi sidqê qenc hebûya, ku pey wê koma “êzdîyên” sexte û miletçîyên ermenî biçûna û qewimiyeta xwe, koka xwe, kurdîtîya xwe înkarkirina…” ( rûp.7).

Pêwîste em li vê tangê wê rastîyê kifÅŸ bikin, ku Eskerê Boyîk wek rewÅŸenbîrekî kurdî welatperwer, miletparêz cêrgên ronakbirên kurd yên pêÅŸin da dimeÅŸîya, singe xwe kuta bû nîze, rimên xêrnexwez, nezan û menfetçîyan bona parastina yekîtî û navê miletê kurd.

Vê tangê da usan jî balkêÅŸin lêkolîn û gotarên wîye: „Êzdîtî bawarîya heqîyê, rehmê û Xwedênasîyê ye“, lêkolînên wî li dor dîroka êlên Êzdîyên Serhedê: Êlên Hesinya, Sîpka, Zuqurîya, “Åžêx Fexrê Adiyan û edeba Êzdiyan ya sedsala 11-13 an”, “ Berxudana êlên Xalta”, “Êzdîtî gerekê bibe ware zanestîyê”, analîza hinek qewlên êzdîyan û hvd…

Eskerê Boyîk hinek lêkolînên dine yên ser civaka kurdên êzdî û usa jî romana xwe: “Xezeva Xwedê ” da ku bi dû cildan (2004 û 2008) hatîye weÅŸandin, ser zor û zulma rêjîmên dagerkirên Kurdistanê, cihana musulmanîyê û navê da, sed mixabin, ya beÅŸeke rêvabirên kurdên musulm an himberî êzdîyan disekine. Eskerê Boyîk di vê pirsê da cuda dibe ji hinek nivîskaran, ew wê zor û zulmê bi çavên kurdîtîyê mêze dike û tiradêjîya kurdên êzdî wek ya temamîy kurdan dihesibîne. Ewa helwesta here rast e, heger em wê yekî bigrin ber hesêb, ku ne ku kurdên musulman wek beÅŸeke gelê kurd ya here mezin, here giran zor û zulm li êzdîyên hindikaya gel kirine, lê rêjîmên dewletên dagerkir, bi tebyetî ya Tirkîya Osmanîyê û xulamokên wan kurdên musulman jî nav da hebûn bi ÅŸikilê axa û began.

***

Eskerê Boyîk devedevî 25 sala sêkrêtarê (katibê) sêksîya, beÅŸa nivîskarên kurd bûye ya Yekîtîya nivîskarên Ermenistanê. Wî weke çarêka sedsalekê dîroka kar û barên sêksîyona nivîskarên kurd di pirotokolên civînên nivîskarên kurd da tomar kirîye û hemûÅŸkî bêtir axaftina nivîskaran ser wan berheman, kîjanan ra bona weÅŸendinê rêkomêndasîya (kefîldarîya) seksîyonê pêwîst bû.. Bi tomarkirînê ra bi tevayî ew bi aktîvî beÅŸdarî analîzkirina berhemên ber cape bûye.

Ji despêka salên 80 î dest bi weÅŸendina almanax, berevoka (em dikarin wê weke antolojîya jî bi nav bikin) berhemên nivîskarên kurd bû li Yêrêvanê, ku sale carekê, despêkê da bi nave “Bahara teze”, piÅŸt ra “Bahar” dihat çapkirinê. Eskerê Boyîk yek ji amadekar rêdaktorê wê bû.

Eskerê Boyîk salên 90 î sê sala li paytextê Qazaxistanê- Almaatayê ma, li ku gelek kurd diman ku salên 30 î û 40 î ji Azeyrbêcanê û Gurcistanê sirgûnî Asîya Navîn kiribûn. Lê li vir jî Esker vala nesekinî, bi aktîvî tevî xebata komela wan yekîtîya Kurden Qazaxisuanê bû, beÅŸdarî karê çandî û nemazê yê civakî bû, ber ku li wir hewcê zanînên yên weke wî bûn. Ew dibe endemê Yekîtîya nivîskarên Komara Qazaxistanê, helbestên hîmdarê edebyeta Qazaxa- Abay ji rûsî weldigerîne kurdî, bi alîkarîya Ezîzê Zîyo temamîya belgeyên KGB yên li ser sirgûnîya kurdan ya 1937 û 1944 ê salê ji komarên Kavkazîyayê berbi Asîya navîn (cara ewil) ji arÅŸîvên veÅŸartî derdxe, hazir dike, kîjan ji bo nivîsandina pirtûka Ezîzê Zîyo “Kurdê Qazaxistanê “ bû bingeh. Ew tev Pirof. Knyazê Îbrahîmî edebyetzan dibe amadekarekî kovara bi nave “Kurd” ku paÅŸê nave “Nûbar” danîn li ser wê. Bi rêdaktorîya Kinyazê Îbrahîm û berpirsyarya Eskerê Boyîk, piÅŸtî weÅŸena 6 hejmara ew Almatayê dihêle diçe Almanîyayê, bajarê Oldenbûrgê, li ku komela Êzdîyan hebû: “Mala Êzdîyan “. Ew bi aktîvî di nava kar û bare wêda cî digre. Dibe endemê komîtêya wê ya rêvabir, serkarîyê komîtêya wê ya rewÅŸenbîrî dike.

Mala Êzdîyan ya bajarê Oldênbûrgê, ku niha bûye navendeke rewÅŸenbîriyê, kurdzanîyê-êzdîzanîyê, keda Esker di wê yekê da pir e. Bi berpirsyarî, însatîv û tevbûna wî salê da bi dehan sênînar, konfêrans û çalakîyên civakî-zanyarî biçûk û mezin têne biçanînê, malpera wan ya “Dengê Êzdîyan” bûye malpereke kurda, bi taybyetî ya Kurdên êzdî ya here eyan, weÅŸena “Dengê Êzdîyan” bi deha pirtûk daye weÅŸandin.

***

Eskerê Boyîk eyînî ronakbire. NîÅŸana wê yekê, ku li bal Esker zelal tê kifÅŸê ez wê yekê dihesibînim, ku ew rûmeta pênûsa heval û hogiran zane û keda wan bi obyêktîvî, gorî hêjabûnê dinirxîne. Di vî warî û, weke min tê derxistîye, hemû warên wîjdanî û îsanî da min li bal wî hogirê xwe misqaleke ernûsîyê, dexesyê, çevnebarîyê tecrûbe ne kirîye. Belkî eva ji xeysetê wî yê ronakbirîyê ya bilind, ji zanînên wî yên kûr tê. Lê dîsa jî, weke min tercûbe kirîye, hinek ronakbirên xudanê zanînên kûr, keda berhemdarîyê ya mezin jî carna carnûsîyê û dexesîyê himberî hogirên xwe yên pênûsê da dîhar dikin. Lê ev fêl ev xeyset bal Esker qet kifÅŸ nabe. Bi serda jî Esker hilbet, gorî hêjatîyê pesinê ronakbirên weke xwe helbestvan jî dide û wî warî da pir merde, destvekirîye. Haya hemû ronakbirên kurd jê heye, ku Esker bi çi awayî merd-merdane pesinê poêzîya Åžikoyê Hesen û Fêrîkê Ûsiv di pirtûka xwe ya “Nûra Elegezê” da daye, helbet, bi lêkolîn, analîzkirina berhemên wan.

Di ware îsanetîya wî da min tiÅŸtekî dinê jî yê qenc tercûbe kirîye. Ew li hemû ronakbîrên, heger em dikarin wa jî bêjin, yên bi ÅŸuret yên welatîyên xwe, ji Ermenistanê xweyî derkeve, gava pêwîstî di wî warî da çê dibe. Ew keda wan bi hêjatî radixe li ber çavan, îlahî wan yên ku gorî wî bi zemanekî kifÅŸ û bi neheqtî bin sîyê da mane. Dilê wî ji ber vê nerastîyê dêÅŸe û ew li ronakbîrên jibîrkirî xwedî derdikeve. Ez êdî derheqa wê yekê da nabêjim, ku ew zemanên pêwîst da rojbûyîna wan bi nivîs, bi gotarên xwe yên hêja va kifÅŸ dike. Ev kirina wî jî hêjayî hemû cûrên pesindanane.

Eva xên ji hestên berpirsîyarîyê ji dilovanî û dilsozîya wî tê. Û gava ronakbîrekî welatîyên wî dice ber rehma Xwedê Esker teva pirtir ber dikeve, ne baware ku ronakbirekî angorî wî wê peyda bibe û cîyê wî tijeke, dilêÅŸîya xwe bona çêbûna wê zîyanê û kêmasîyê îlan bike û keda wî li ber gel û çanda wî da bi hêjatî binirxîne.

Dawyê ez weke hogirekî Eskerê Boyîk yê nêzîk li ber hesabgirtina reng û rû, bejin û bal meÅŸîyana wî û nemaze kar û bare wî yê berhemdayînê, lêkolînyarîyê, ku ew îro 70 salîya xwe da jî bi cî tine, ku gorî felsefa gelê me dihesibe sîmbola kalbûnê, bi ÅŸabûn û hêvîya temam dikarim bêjim, ku ewê hê sûrpirîzên nû raberî gelê xwe bike bi cîanîna nivîsandina berhemên edebyeta bedew û lêkolînên zanyarîyê yên nû.

***
Eskerê Boyîk sala 1984 da endemê Yekîtîya Niviskarên walatê sovêtê bû, endemê Yekîtîya nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qazaxistanê, endemekî PEN a Kurd.

***

LîÅŸta pirtûk û berhemên Eskerê Boyîk yên edebyeta bedewetîyê û lêkolînên zanîyarîyê, ku li Ermenistanê û welatên derva hatine weÅŸendinê:

1.ÅžIVERÊ, helbest, Yêrêvan, 1966.

2.KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, Yêrêvan, 1975,

3.KULÎLKÊN ÇÎYA, helbest, bi zimanê tirkî,kurdî, Stembol,1979.

4. SINCO KEÇA XWE DIDE MÊR, ÅŸano,Yêrêvan,1980.

5.MEM Û ZÎN, ÅŸano, Stokoholm,1989.

6.TÎRÊNC, (di berevoka BAHAR da), helbest, Yêrêvan,1987.

7.KULÎLKÊN ÇÎYA,helbest, bi zimanê tirkî,kurdî, Stokoholm,1990.

8.LI ÇÎYA, kurteçîok, Yêrêvan,1991.

9.DUAYA SERÊ SIBÊ, helbest, Roja nû, 1997.

10.ODA ÇÎROKAN 1, helbestên zarokan, Roja nû,1997.

11.KULÎLKÊN BIRÎNDAR, helbest, Stokoholm,1998.

12.GOVENDA HERFAN, helbestên zarokan, Stokoholm 2002.

13. Çîrokên oda me; kurteçîrok, weÅŸenên AfîÅŸ Medîa, 2004

14. Nûra Elegezê; edebyetzanî, Dengê Êzdiyan, Oldenburg, 2004

16. Xezeva Xwedê, roman, beÅŸa ewlin, weÅŸena Deng, Îstenbol, 2004.

15. Êzdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên reÅŸ, dîrok; Dengê Êzdiyan, oldênbûrg, 2006

17. Xezev; roman; beÅŸa dudan, weÅŸena Deng, Îstenbol, 2008

18. Ez kilameke melûlim, helbest, weÅŸena Deng, 2009

19. Nûra Elegezê, bi tîpê erebî, Duhok 2011

20. Bahoz, roman, weÅŸena AVÊSTA , Istenbol, 2011

Bilî vana kurteromanên „Bahoz“ û „Deftera kurdekî penabir salên 1999-2002 a jimarên rojnemên HÊVÎ, Roja Teze û Dema Nû da çap bûne, ÅŸanoya „Selîm Beg“ kovara „Nûbar“ da (sala 1995 a), lêkolîneke berfireh li ser helbestvanîya Cegerxwîn kovara DENG da sala 2003 a hatîye çapkirinê. Bi berpirsî û rêdaktorîya wî pirtûka Ezîzê Zîyo Alîyêv „ Kurdên Qazaxistanê sala 1995a li Almatayê hatîye weÅŸendin. Pirtûk li ser dîrok û bûyarên kurdên Qazaxistanêye ku salên 1937 a û 1944 a ji komarên Kavkazîyayê sirgûnî wur kiribûn.

Eskerê Boyîk xudanê pir gotarên zanyarîyê-pûblîsîstîye, rêsênzîyayên ser nivîskar û zanîyara û bi tebyetî berhem û lêkolînên wane, her usa jî pêÅŸgotinên pirtûkên kurdîyê. Bi pêÅŸgotinên wî hatine weÅŸendinê: romana Hecîyê Cindî „Hewarî“ (WeÅŸena Roja Nu, 1999), bervoka novêl-serhatîyên Wezîrê EÅŸo „Parîyê Berdamayî“ (Hewlêr, 2008), pirtûka Ahmed Camîlîbêl „Evdalê Zeynikê“ (WeÅŸena Deng), berevoka „Zargotina Kurmanca“ ya Hecîyê Cindî û Emînê Evdal (WeÅŸena Avêsta, 2008), cilda sêyemîn ya berhemên rehmetîyê Fêrîkê Ûsiv (Yêrêvan, 2009).

Hazir kirye û rêdaktorî çend berevokên efrandinên nivîskarên kurdên Ermenistanê- BAHAR ê kirîye.

Rêdaktorê romana Egîtê Xudo “ Dê û Dêmarî” (Yêrêvan 1986), pirtûka Ahmedê Gogê “Dengê kal-bavê me” (Yêrêvan-1997) bûye, serokê rêdkolêgîya weÅŸena berevoka “Åžêx Fexirê Adîyan fîlosof û xasê ola Êzdiyatîyê“ (WeÅŸena Dengê Êzdiyan,2009).

Lê, awa, her bi tenê sernavê çend gotarên Eskerê Boyîk yên zanîyarîyê ye giranbiha, ku li ser rûpelên malper, rojneme û kovarên kurdî hatine weÅŸandinê: “Nêrîneke kurt li ser edebyeta kurdên Sovyêtê”( kovara Deng” 2000), „Fêrîkê Ûsiv, jîyan û kar“.- Rîya Teze (2009), „Åžekroyê Xudo, jîyan û kar“.- Rîya Teze (2010), „Êzdîtî bawarîya heqîyê, rehmê û Xwedênasîyê ye“.- Peyama Kurd, jimarên 8-10 (2003), „Serhatîya Cangîr Axa“.- kovara LaliÅŸ Duhok (2004), „Êzdîyatî gerekê bibe warê zanyarîyê“, „Ez çûme Hecê“.-Salnama Ehmedê Xanî, (WeÅŸena Belge yayînlarî, 2010) “ Åžêx Fexrê Adiyan û edeba Êzdiyan ya sedsala 11-13 a“.- „Berevoka Åžêx Fexirê Adîyan fîlosof û xasê ola Êzdiyatîye“ (WeÅŸena Dengê Êzdiyan,2009), “ Berxudana êlên Xalta”.- Berevoka „Mêrxasên Êzdiyan“ bi zimanê Almanî. Salên 1990-1999 an Esker li ser rûpelên rojnema Rîya Teze jî cêrga „Gundên kurdan li Ermenistanê” derheqa payê gundayî pirê da oçêrkên balkêÅŸ dan weÅŸendinê û gelek lêkolîn û gotarên din.



Print


.
2023-10-30 - 14 :33    Dr ZerdeÅŸt Haco Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt
2022-11-23 - 20 :54    Navdareki Kurd : Cewoyê Emer Mamoyan
2021-04-17 - 05 :23    “Yêrêvan xeber dıde” koça xwe bar kır
2020-03-31 - 14 :45    KURD ÇAWA BUN `miletê êzidî` ?
2020-02-28 - 15 :32    Kurdî qedera min e
2020-01-29 - 12 :58    JÄ°YANA NIViSKARÊ KURD ELÃŽYÊ EBDILREHMAN
2019-09-07 - 04 :49    YEKÄ°TÄ°YA KURDA, ROLA SEROK Û PARTÄ°YÊN KURD
2018-08-21 - 16 :14    Nirxandina Islama Siyasî di neynika wêjeya Kurdî de
2015-01-24 - 04 :34    WEZÃŽRÊ EÅžO ÇU SER DILOVANÄ°YA XWE
2013-01-01 - 06 :21    Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye
2012-01-22 - 12 :06    Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya
2012-01-14 - 01 :24    Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14 - 00 :55    Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
2011-11-08 - 22 :00    Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-10-15 - 02 :00    Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-09-18 - 01 :32    Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk
2011-03-17 - 01 :54    Barzanî: Divê em hev xaîn îlan nekin
2011-02-08 - 02 :25    Dîktatorek diçe yek tê
2010-11-16 - 00 :03    Pêncî saliya ÅŸewata zarokên sînema Amûdê
2010-11-13 - 20 :48    Girîşayê Memê ji nav me koç kir



About us  |  Contact information
Copyright 2008, ANP. All rights reserved.
Powered by Med Diplomatic