KURD ÇAWA BUN `miletê êzidî` ? -///=> ANP
KURD ÇAWA BUN `miletê êzidî` ?
2020-03-31  

PêÅŸketına zıman û çanda Kurdi da rola ronakbirên Êrmen

Roni Alasor

Kurdên Êzdî Kurdên herî Kurdewar in. Ev hezar sal in zulm, zordarî, ferman û jenosîd bûne `qedera` wan. Bes dîsa jî wan heya îro ol, ziman, çand û rihê xwe yê Kurdewariyê parastin.

Dema ÅŸerê Yekemîn ê Cihanê, gelek ji wan birayên me Kurdên Êzdî mecbûr mane, koçberî Kafkasyayê bûne û çûne welatên wek Gurcistan û Êrmenistanê.

Wek nemir Wezîrê EÅŸo di pirtûka xwe ya ‘Pirtûkên Kurdî, li ser Kurdên Ermenistanê’ de aniye ziman, dema avakirina komarên sovyetê, gelek ronakbîrên Ermen li Komara Ermenistana Sosyalîst alîkariya Kurdan kirin, ku ew zarokên xwe bi zimanê xwe bidin xwendin. Her wiha dîsa bi alîkariya hinek ronakbîrên Ermen çand û wêjeya Kurdan pêÅŸ de çû.

Em Kurd wan hemû ronakbîrên Ermen yek bi yek bi rêz bibîr tînin; Hagop Xazaryan (Lazo, Apo), Hovhannes Tumanyan, Hovsep Orbeli, Ä°sahak Marogulav, Avedik Ä°sahakiyan, Hovanes Åžiraz, Jakline Musayelyan, Levon Miricanyan, Nairi Zarian, Olga Xazaryan, Ruben Dirampiyan, Saxatel Harutunyan, S. Koçeryan, Stefan Zoriyan, Vahan Grigoryan, Vahagn Karens, Vaxtang Ananiyan, Vrtanes Papazyan, V. Petoyan, Xaçik DaÅŸtens, Zarzand Dariyan û gelek kesên din ên hêja û rêzdar ...

Li aliyê din, wek rojhilatzan û hunermenda Kurd Xanim Aslîka Qadir baÅŸ aniye ziman, piÅŸtî hilweÅŸandina Sovyetê ew teorî û îdeolojiya ‘biratiya gelan’ bû wek nîjatperestî, fanatîzm û ÅŸovenizm. Nakokî, ÅŸer, dagirkerî, zulm û komkujiyê li gelek welatên sosyalîst di nav gelan de dest pê kir. Vê atmosfera xirab û ewrên reÅŸ bandora xwe li Kurdên Ermenistanê û welatên Sovyeta berê jî kir. Gelek Kurd mecbûr man ji welatên lê diman koç bikin û ji wan welatan derkevin, di nav Kurdan de cudahî wek ‘misilman’ û ‘Êzdî’ kûr kirin û her wiha ev nakokî ji aliyê hêzên nîjadperest ve hatin fînansekirin, hinek Kurd, wek Kurdên ‘mısılman‘ û Kurdên Qerebaxê reviyan çûn ketin binê destên ÅŸovenîstên Azerî û federasyonên Rusyayê. Helbet çîroka vê trajediyê dûr û dirêj e, rojhilatzan û hunermenda hêja Aslîka Qadir di maqelaya xwe de zelaltir dike ;

KURD ÇAWA BUN ``MÄ°LETÊ  ÊZÄ°DÎ`` ?

Aslîka Qadir- Rojhilatzan, hunermend

Tu guman tune, wekî dînê êzdya ji dînê Isa u Mihemmed gelek kevntire, ber ku 6 qurn berî Isa ZerdeÅŸt behsa êzdîtyê dike. Bi dîtina professor Nîkoxoyos Mar kurd, berî ku îslamê qebul bikin, giÅŸt êzdî bune, ango bawarya xwe bi Xwedê(ça yê lapî mezin), rojê u hîvê anîne.

 Kurdên êzdî berî ÅŸerê 1914-an li Musilê u li gundên der u dorda wê u li Iranê jîyane. Ji ber sebebê dîn, bi qurna ji alyê miletên cînar va hatine zêrandinê, lê di ÅŸerê 1914-da ev miletê aÅŸtîxaz u xebathiz rastî zulm u kuÅŸtina wehÅŸî hatye. BeÅŸek ji wan, teybetî êzdiyên bakurê Kurdistanê, di salên 1896-1915-an da çemê Erez tê perîne u xwe avîtine bin perê Impêratorya Russîayê. Dema, ku Ermenistan bi xêra rusan wek komareke Yekîtya Sovêtê hat ragihandin êzdî jî bun civakeke azad di çarçoveya Yekîtyê da u Ermenistan jî xwera kirin malek u tev birayên xwe, yên hemqeder(ermenya) dest bi jîyaneke nu kirin…

Saya serê qanunên Sovêtê u bi hevkarya hukumeta Ermenistanê jênêrasîoneke nu, ya ronekbîrên kurd pêÅŸda hat, u merî dikare bêje, carek din agirê rênêsansa Erdelanê u Heqaryê li Ermenistanê daket. Dergehên îdareyên xwandinê hatin vekirın bo her kesî, mecalên baÅŸ çê bun bo giÅŸtan- mektebê kurdî vebun, kitêb bo mekteban hatin çapkirin…. PiÅŸtî çend salan te nikaribu kurdekî nexwandî di gundan da bidîta. Dura kadroyên baÅŸ pêÅŸda hatin, kurd hatin hilbijartin çawa parlamênter, bun doktor, endezyar, mamoste, nivîskar u ÅŸaêr, dîroknas….

Ji bo pêÅŸketina miletê kurd keda zimanzan u dilsozê  kurd, professor, bavê zargotina kurdî Heciyê Cindî, bêhempaye.  Cara ewlin ew bu, ku elfebêya bo mektebên kurdî bi herfên kîrîlî nivîsî.

Nivîskarê ermenî Levon Mesrop Heciyê Cindî wek X. Abovyanê ermenya(hîmdarê zimanê ermenkî, yê aÅŸxarhabar) bi nav dike.

Li gor îstatîstîka sala 1934-a li Ermenistanê 14-e îdareyên xwandinê bi zimanê kurdî hebun. Têxnîkumeke orte bi 7 dersxana va u yeke bi xwandina bilind va karê xwe dikirin. Hîmê têatroya kurdî hate danîn, karê wergerê gelek pêÅŸda çu u cara yekem zarokên kurd bi zimanê dayîkê nasya xwe dane berhemên Maksîm Gorkî, PuÅŸkîn, Lev Tolsyoy, Lêrmontov, Tumanyan….

Sala 1930-î rojnama ``Riya Teze`` der çu, rêdaktorê wê ewledê hêja, yê miletê kurd Cerdoyê Genco bu(ew hema ser karê xwe jî çu ser dilovanyna xwe). Hinek dereng radioya kurdî dest bi weÅŸanan kir u bêjerên pêÅŸyê H. Cindî u hevsera wî Zeyneva Ivo bun. Dura radîo gelek berfıreh bu u reqema xebatkarên wê gihîÅŸt 10-13 karmendan u dengê wê di her çhar alyên Kurdistanê belav bu. Ewê di jîyana miletê me, yê bindest da roleke gelek girîng lîst, çi di warê hunerî, ziman u çandî da, usa jî di warê sîyasî da.

Jîyana  me ha bêxem berdewam kir, heta Yekîtya Sovêtê hilneweÅŸya bu. Dura her tiÅŸt ser u bin bu. Hêzên nu derketin holê, wek THE(Tevgera Hevmiletya Ermenya) propoganda dijî kommunîstan u Russiayê kirin u mesela Qerebaxê rakirin holê. Kirin gazî u qîrîn ``Ermenistana Serbixwe``, ``Qerebax ya meye``(Qerebax herêmeke otonome nav Azerbedjanêda, lê nifusa wê ermenîne), ``Ermenistan bo ermenya``. SerkêÅŸê tevgerê ermanîkî Suryê bu, ku 1946-an bi malbatê va ciguhastî Ermenistanê bibu u bi kîjanî ra ez li zaningeha dewletê da 5 sal me bi hevra xwandye u para rojhilatzanyê tamam kirye. Lêvon Têr- Pêtrosyan ÅŸovên bu u dijminê kurda, yê qaneqanê bu.

Li Yerêvanê fabrîqe, desgehên xwandinê karên xwe rawestandin, bo ku bên mitîngan u bikin qare-qar. Îdareyên, ku xwe paÅŸ digirtin, Lêvon meryên xwe diÅŸand cem wan, gef li wan dixwarin u mecburî hatinê dikirin. Yên dijî wan derdiketin serê wan dixwarin. Ewî soz dida hemfikirên xwe, ku alîkar bin u gava huqumet bikeve destê wî , ewê wezîfên baÅŸ bistînin. Ewî usa jî kir… întelêgênsya ermenya ji tirsa xwe veÅŸart u çiqas xere- xure hebun, wek kaê rabun ser avê. Bêpar neman, wa gotî,``êzdî``. Têr-Pêtrosyan soz da wan, ku ewê wan ji netewa kurd coda îlan bike, bo çi jî piÅŸtgirya wan pêyvîste...

Idolojya panturkîzme buye u heye dînê Turkyeyê, ya dewletê. Åžovînîzma bê sînor ``ulmdarên`` wan ajotye wê yekê, ku tiÅŸtine derew bikine dîrokê, wek, xwedêgiravî, kurd turkên serê çiya ne u kê ev tiÅŸt înkar bikira, dibê, ku ew himber Xwedê derketa (çevkanî- Mêrîp rêport, sibat 1984).

Eynî tiÅŸt li Ermenistanê çê bu, di destpêka qurna 21-da, li welata ermenya da miletekî binavê ``êzdî``, ça zarokek, hate dunyayê u navika wê jî  Lêvon Têr-Pêtrosyan bi xwe birî. 

Dura, bi resmî, ser hîmê dewletê ``êzdî`` îlan kikin çawa miletekî ne kurd.

BaÅŸtir dibu, ku huqumeta Ermenistanê serê xwe bi tiÅŸtine ciddî va bêÅŸanda, rêk bidîta, ku miletê xwe ji vê belengazyê u desttengyê derxista, ku carek din miletê wan bo nanê zik ``darê xerîbyê `` negirta destê xwe.

Lêvon di mîtîngan da ``çiyayên zêrîn`` soz dida milet u digot;-Em ser her miletîra ne, dunya bi me va destpêkirye. Peyvîstya me bi Russiayê nîne, bijî Ermenistana azad u serbixwe.

Pisîkolojya tirkan u ermenya eynî yeke, turk jî divêjin ``serbilinde, ye ku bêje ez turkim``.

Em dîsa vegerin ser karê Lêvon...lêvonya ajotin ser girtîgehan u çiqas diz u kujer hebun azad berda u ew kirin hevkarê xwe. Evana ketin kabînêta serokê ÅŸêwra dîwana bilind, ya Ermenistanê Hirant Voskanyan, ew dane ber pihînan u avîtin derva. Dura balafirgeh, têlêvîzîon u radîo hildan destê xwe. Her neyse, anarÅŸîyek çê kirin, merî wek mêÅŸa dihatin kuÅŸtin u kesî nizanibu çira.

Li Azerbedjanê gava dîtin ermenî dewa Qerebaxê dikin, bun gurê har u ketin nava ermenyên nav xwe...Malên wan talan kirin, ÅŸewitandin, jin u qîzên wan tecavoz kirin. Lê kê pêra gihand revîn u xwe avîtin Russîayê.

Eynî wê demê jî, eynî tiÅŸt ermenya anî serê azêryên nav xwe. Gava îdî azêrîk nema, ermenî îjar hatin dora kurdên musilman, ew bi  tehdîdan mecburî derketinê kirin;-Eger hun dernekevin emê axirya azêrya bînin serê we. 25 000 kurd derxistin u mal u milkê wan xwe helal kirin.

Dura wegeryan ser kurdên êzdî…

Inîsîatîva Têr- Pêtrosyan, hevkar u xulamên wî, yên wek Garnîk Asatiryan, ArÅŸak Poladyan, Grîgor Avagyan, Yêxya Naçaryan u çend kurdên êzdî, yên nezan, wek Ezîzê Emer, Hasan Hesenyan dutîretî di nava parçekî kurda da çandin, ew kirin du parça u êzdî çawa miletekî coda derxistin holê. Ezîzê Emer, ne bi hilbijartin, bu serokê miletê êzdyan u dest bi dijminatya îtêlêgênsa me kir. Ev jî bu destpêka têrorê li Ermenistanê himber gelê kurd. Di temamya dîroka miletan da civak bi ronekbîrên xweva dimeÅŸe, lê li vîr berovajî bu. Di nava vê tevlihevbunê da çend ronekbîrên me hatin kuÅŸtin, yek ji wan Sihîdê Ibo zanyar, doktor professorê nexweÅŸyên zarokan. Sêrîda buxdan lê kirin, ku xwedêgiravî, ew derzyan li zarokên ermenya dixe, ku ziret wan ra çê nebe. Ermenî har bun u kurda ra didan xevera. Wê demê komunîst sist bibun, lê hê neketibun. Wana dît, ku ÅŸerekî giran wê derkeve holê Sihîdê Ibo derxistin têlêvîzîonê u paÅŸê milet fehm kir, ku ev hemu tiÅŸt endamê THE ber xwe derxistine. Gelek nekiÅŸand Sihîdê Ibo di kabînêta wî da gule berdan sêrî u kuÅŸtin. Ev bêehleqya ermenyên nijatperest ji sînorê xwe îdî derketibu. Kurd u êzdî hev ketin u çend kes birîndar bun, wek Çerkezê ReÅŸ, Karlênê Çaçan. Me dît, ku ev rewÅŸ nikare zêde ha berdewam be, me ``Åžêwra ronekbîrên kurd`` damezirand, ku em bikaribin bi resmî dijî wê bêqanunya THE derkevin. Di ``ÅŸêwrê``-da professor Åžekroyê Xudo (serok), Emerîkê Serdar (rêdaktorê Riya Teze), Prof.Åžerefê EÅŸer, Wezîrê EÅŸo (niviskar), Karlênê Çaçan (ÅŸaêr), Têmurê Xelîl (rojnemevan), IÅŸxanê Eslan (rojhilatyan), Aslîk Qadir (mêtodîsta wezareta ronekyê), Tîtalê Efo (ji radîoya kurdî), Vanîkê Elîxan (dîrokzan), Tosinê ReÅŸîd (nivîskar), Sêva Bayloz (mamoste), Ahmedê Gogê (serokê beÅŸa kurdî, ya radîoya Yerêvanê) u gelekên din. Dêlêgasîonek ji me çu cem Têr-Pêrrosyan u gazinên xwe kiri, ewî jî wa cava wan dabu,- Ez çi gunehkarim, ku têgihiÅŸtina we, ya miletyê-netewatye haqas nimize…..

Hew em pê hesyan radioya bi zimanê êzdikî vekirin, nuçeyên bi zimanê kurdî xilas dibun, dura bernameya bi zimanê ``êzdikî`` destpê dikir u dîsa zimanê kurdî dubare dibu. Bi vî awayî hukumeta Ermenistanê henekê xwe bi me dikir. Merî nizanibu bikene, an bigirî, ev tiÅŸtekî tragêdî u komêdî  bu. lê tiÅŸtê, ku ça kurd divêjin, ``serê lodê girt`` ew bu, ku xastin kitêbên bi zimanê êzdikî çap bikin. U ber ku ez karmenda wezareta ronakyê bum, ev bername sipartin min, ku ez ber çevan ra derbas bikm u erê bikim bo çapkirinê. Xudanê bernama dersên êzdikî Tahar Abasyan bu. Ew ne bername, lê belê, pêkanokî bu. Ji 46 rupelan 30 rupel bi mêxanîkî ji barnameya zimanê ermenkî,  bo dersxaneyên seretayî u yên bilind, ji ber girtibu. BaÅŸê, dizî, disa dizî, lê hema qet nebe, wextê ji ber digirt dikaribu, ne, bê ÅŸaÅŸî binivîse? Min u Çerkezê ReÅŸ(ciyê wî buhiÅŸt be), ulmdar u pisporê ziman u edebyeta ermenkî u kurdî, lêktorê zanîngehê, me ``bernamê``-da heta 240 ÅŸaÅŸiyên rastnivîsê, nuqteÅŸanî, usa jî sazkirina hevokan, girt.  Ji xêncî vê yekê, bernameya ziman u edebyeta kurdî ji bo dersxaneyên 2-a heta 8-a jî xwera hildabun çawa hîm. U ne tenê helbestvan u nivîskarên kurdên Yekîtya Sovêtê, lê usa jî yên Kurdistanê xistibun nava bernamê çawa êzdî.

Bersîva min bo Wezareta Ronekyê, waha bu.- `` Ji bo Komara nu, ya Ermenistanê ne maqule bi mêtodên bê qîmet u dêmagojîk problêmên miletên biçuk hil bike. Ya duyem, hevokekê nîÅŸanî me bidin ka kîderê u çi çevkanyên navnetewî da (nav wan da usa jî edebyeta dewlemend u kur, ya iranî da), kîderê xeberên ``êzdikî`` yan ``zimanê êzdikî``, ``edebyata êzdikî`` bi kar hatibin``.

Konfêranseke kurda li Moskovayê sala 1991-92 hatibu lidarxistin u nunerên 4 parçên Kurdistanê jî têda cî girtibun, wek Samî Evdilrehman, Kendal Nezan, ulmdarên me Åžekroyê Xudo, Elî Evdilrehman, Ordîxnê Celîl, Zerê Yusîpova u gelekên din. Di navberê da jineke musilman nêzîkî min bu u bi dilekî ÅŸikestî u bi çevên girî min ra got.- Belkî ermenyên rasîst xêrê nevînin, me bi dehan salan wan ra kar kir u dawyê da em hiÅŸtin bê mal u hal u em der bi der kirin. Aaaax, xwezila carekê, hema durva, min mala xwe bidîta u bira Xwedê ruhê min bistenda...Digırya u xwîn ji dilê wê diçu. PaÅŸê ez kiÅŸandim alîkî, destê min girt u bi dengekî nimiz gote min;- Mezinên me rast gotine `` Hespê qule, seyê tule, mêrê file(ermenî), bawarya xwe pê neynin.

Tê gotin ku eger dixwazî resim u êtîkêta miletekî nas bikî, peyvîste pirsyara ji miletên biçuk, yên di nav vî miletî da dijîn, bikî… Di vê mijarê da mirovatî xwedî tectobeyên erênî u neyênî ye. Swêd, Norvêj, Fînland laponên, ku nifusa xwe bi deh hezarane, kirine ÅŸirîkê welêt. Çek u slovakan derseke medenyetê dane mirovatye u bêy, ku ji pozê mirovekî xwîn bê, ji hevdu coda bun. Li Yugoslavyayê Sêrbistan îmtîhanek gelek xirav da u li seranserê welêt kete nêçîra gelên, yên ku bı sedan salan bi hevdura dijyan.

Kurdistan rumeta meye, wek rêvebirya miletekî, qedirê cînarê xwe ji yê xwe bilindtir digire. Huqumeta Kurdistanê riyê me paqij hiÅŸt u xwedî li hemu gel u olên li Kurdistanê derket.

Gava Têr-Pêtrosyan hate ser hukum, derxistina miletên biçuk ji Ermenistanê wek serkeftineke mezin nîÅŸan da u gut.-Me di wextekî kin da karekî usa kir, ku yên pêÅŸya me di 75 salan da nikaribun bikirana...Me miletên ne ermen ji nav xwe derxistin, ku paÅŸê dikaribun bibuna bela serê me. Lê ew bîr dike,wekî ji 6 mln ermenya 3 mln dervayî welêtin u her cî jî xwe wek xweyê malê hîs dikin.

Li welatên totalîtar wek Surye, Iran, ji bo berjevendyên xwe ermenî xulamtya îstîxbaratê wan dikin u zirarê didin gelên cinar…

Aborya Ermenistanê naha gelek xirab e, piranya milet ancax rojên xwe diborîne. Mecbur gelek  jinên wan bo ``kar`` diçin Turkyê, mêrên wan diçin Russîayê… Yekî ermenî carekê bi dilgiranî min ra got,- Ne xeme, ku em birçîne, kula ser kulê ewe, ku eger berê jinên me bi zor dibirin, lê naha me bi destê xwe carek din jin u qîzên xwe dane destê mêrên misilman. Digot u Lêvon ra dida çêra.

Dema desthilatdarya yekemîn prêzîdêntê Ermenistanê Lêvon Têr- Pêtrosyan bu belgeyeke reÅŸ bo dîroka Ermenistanê. Ewî gelek merî têror kir, di nava wanda usa jî heyÅŸt parlamênterên ermenî. Idî sebra milet nemabu, serî hilda u Têr- Pêtrosyan, berî, ku dema wî temam be, ji text avîtin.                         

Hilbet merî gelek bi hur gilî ser vê meselê dikare bisekine, lê ew jî bira bimîne carek din.



Print


.
2023-10-30 - 14 :33    Dr ZerdeÅŸt Haco Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt
2022-11-23 - 20 :54    Navdareki Kurd : Cewoyê Emer Mamoyan
2021-04-17 - 05 :23    “Yêrêvan xeber dıde” koça xwe bar kır
2020-03-31 - 14 :45    KURD ÇAWA BUN `miletê êzidî` ?
2020-02-28 - 15 :32    Kurdî qedera min e
2020-01-29 - 12 :58    JÄ°YANA NIViSKARÊ KURD ELÃŽYÊ EBDILREHMAN
2019-09-07 - 04 :49    YEKÄ°TÄ°YA KURDA, ROLA SEROK Û PARTÄ°YÊN KURD
2018-08-21 - 16 :14    Nirxandina Islama Siyasî di neynika wêjeya Kurdî de
2015-01-24 - 04 :34    WEZÃŽRÊ EÅžO ÇU SER DILOVANÄ°YA XWE
2013-01-01 - 06 :21    Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye
2012-01-22 - 12 :06    Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya
2012-01-14 - 01 :24    Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14 - 00 :55    Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
2011-11-08 - 22 :00    Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-10-15 - 02 :00    Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-09-18 - 01 :32    Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk
2011-03-17 - 01 :54    Barzanî: Divê em hev xaîn îlan nekin
2011-02-08 - 02 :25    Dîktatorek diçe yek tê
2010-11-16 - 00 :03    Pêncî saliya ÅŸewata zarokên sînema Amûdê
2010-11-13 - 20 :48    Girîşayê Memê ji nav me koç kir



About us  |  Contact information
Copyright 2008, ANP. All rights reserved.
Powered by Med Diplomatic