Kurdî qedera min e -///=> ANP
Kurdî qedera min e
2020-02-28  
Dema ez stranên Kurdî dibêjim ez gotinên wan, çîrokên wan hîs dikim û girêdanek di navbera min û guhdarvan de çêdibe. Min dizanibû kurd hene, lê min muzîka wan nedizaniya, haya min ji xezîneya stranbêjiya kurdî tunebû.

 Kurdî qedera min e

Încîl Selçûk

  Gava di ÅŸahî û konserên kurdan de bi kurdî distrê, mirov dibêje qey ew bi eslê xwe kurd e. Wexta mirov guhdariya dengê wê dike, ew deng mirovî bi xwe re dibe çiya û zozanên Kurdistanê yên berz û bilind. Divê ez vê jî bibêjim; bi qasî stranên wê rûgeÅŸiya wê jî diÅŸibe ya keçên kurd. Min çend pirs arasteyî Eléonore Fourniau kir, ka ji bo çi û çawa keçeke fransiz hewcedarî bi strandina kurdî dibîne û ji nav bi dehan zimanan berê xwe dide stran û lorîkên me yên kurdî.

Çîroka stranbêjiya te ya kurdî çawa dest pê kir, ji ber çi te ji nav bi dehan zimanan berê xwe da stranên kurdî?

Ji bo ez bikaribim bersiva vê pirsê bidim, divê ez hinekî behsa jiyan û serpêhatiyên malbata xwe bikim. Dê û bavê min her du jî dîrokzan in, li ser Asyaya Navîn gelek lêkolîn kirine: li Ozbekistan, Tacikistan, Tirkmenistan, Kirgizistan û Kazakistanê. Ew bi gelek zimanên rojhilatî dizanin: farisî, tirkî, rûsî. Ew ne tenê Asyaya Navîn, belê Tirkiye û Kurdistanê jî baÅŸ nas dikirin. Gava ew ciwan bûne  qasî du sê salan li Stanbolê jiyane. Xaltîka min jî li ser kurd û elewiyan doktora kiriye û demeke dirêj li Stenbolê maye. Bi malbata min re eleqeyeke mezin heye ji bo welatên Rojhilat, ne tenê Kurdistan bi giÅŸtî eleqeya wan ji bo çand û zimanên rojhilatî heye. Wexta ez piçûk bûm em li Ozbekistanê diman. Li wir ez hînî zimanê rûsî bûm, lê zimanê ozbekî hîn nebûm. Bi giÅŸtî ziman û dîrokê her tim bala min jî dikiÅŸand. Min li zanîngeha Fransayê beÅŸa dîrokê xwend. Xwendina beÅŸa dîrokê ji bo min ezmûneke pir zehmet bû, pê re pir westiyam. Min xwest salekê biçim welatekî cuda, bi tiÅŸtekî cuda re eleqedar bibim. Ez çûm Stenbolê. Stenbol ji bo xelkê Ewropayê cihekî pir dilniwaz e. Dema ez li wir bûm min dît gelek kes ji Ewropayê tên ji bo geÅŸt û gerê. Li wir min despêkê dixwest hînî ziman, saz û muzîka tirkî bibim.

Erê, min dizanibû  kurd hene, kî ne û çi ne. Ez ji rewÅŸa kurdan agahdar- bûm lê min  muzîka wan nedizaniya, haya min ji xezîneya stranbêjiya kurdî tunebû. Ez wek xwendekarê mêvan çûm ÎTU’yê (Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê) beÅŸa konservatûara muzîkê. Min du sal û nîvan li wir xwend. Li ÎTU’yê beÅŸa dengî, ne hemû lê piraniya xwendekaran ciwanên kurd bûn. Lewma wan pir bala min kiÅŸand, ez hinekî ji wan hîn bûm. Me komek bi navê “Esman” ava kir. Despêkê em sê kes bûn paÅŸê jî bûn çar kes. Berî em wê komê ava bikin hevaleke min a fransî demeke kurt li wir ma, wê hejmara jineke kurd a bi navê Xalîdeya Dengbêj dabû min. Gotibû ku ew diçe li cem wê xwe hînî dengbêjiyê bike. Ez matmayî mam ji ber ku min peyva dengbêjiyê qet nebihîstibû, min nedizanî ka dengbêjî çi ye. Min got ev çawa dibe ev salek e ez li vir im û min tiÅŸtekî wiha nebihîstiye. Ez rabûm li Xalîdeya Denbêj geriyam û min ew dît. Heyvê carek du car çûm cem wê min dersa dengbêjiyê jê girt. Ne derseke profesyonel bû lê em li ser meqam, qirik û deng xebitîn. Erê ne dersa akademîk bû lê ji bo min baÅŸ bû, ew tiÅŸteke cuda bû, ez hînî stranan dibûm. PaÅŸê me komek ava kir. Pir enteresan e, di komê de wan alîkariya min dikir lê min jî di konservatûarê de alîkariya wan dikir. Mînak; min digot ev stran li dengê we tê, wan jî dixwend û bi ser diketin. Yanî ez dikarim bibêjim wan ez perwerde dikirim lê min jî ew ji bo bi kurdî bixwînin motîve dikirin. Min pir dixwest ew bi kurdî bixwînin, me wisa berdewam dikir.

BaÅŸ e, wexta tu bi kurdî distrê tu çi hîs dikî û stranên kurdî yên tu dixwînî tu gotinên wan jî fam dikî gelo?

Belê ez bi giÅŸtî gotinên wan fam dikim. Bi rastî ez nizanim ji ber çi ye, lê gava ez stranên kurdî dibêjim ez wê dîrokê jî hîs dikim pir û pir jê hez dikim.

Tu asta stranên kurdî çawa dibînî?

Ez di asteke pir jor de dibînim. Pir matmayî dimînim ji ber ku vê çandê gelek li ber xwe daye û li ber xwe dide. Civaka kurd ne tenê ya kevin bi xwe re tîne, di heman demê de jenerasyona nû jî edebiyat, sînema û muzîk tiÅŸtekî diafirîne. Min gelek mirovên emrê wan di ser 50’î re dîtin dengbêjî dizanibûn, ji bav û bapîran derbasî wan bûye. Lê mixabin ji wan derbasî jenerasyona nû nebûye, ev jî cihê xemgîniyê ye. Erê jenerasyona nû jî distrê, diafirîne lê erebesk û wekî din e. Dengbêjî kêm e mixabin. Belkî ez kêm dizanim lê min wisa dît.

Heke em stranên kurdî û yên cîhanê bidin ber hev, çi cudahî di navbera stranên me û yên cîhanê de hene?

Di stranên hemû cîhanê de hin tiÅŸtên hevbeÅŸ hene jixwe; çîrokên wan carna diÅŸibin hev, muzîk û teknîkên deng jî lê ez nikarim bi hev qiyas bikim ji ber ku ez bi fransizî û îngilîzî nastirêm. Ji ber wê ez nikarim bi muzîka firansizî re miqayese bikim. Lê heke tu ji min bipirsî ka ji bo te çi ye ferqa wan, ez dikarim wiha cewab bidim: dema ez stranên kurdî dibêjim ez gotinên wan, çîrokên wan hîs dikim û girêdanek di navbera min û guhdarvan de çêdibe. Ji ber ku di her straneke kurdî de ji bo guhdarvanan bîranînek heye, belkî ji dayika xwe guhdar kirine, an jî birîneke wan tîne bîra wan. Mînak: min duh li salonê “lay lay” got, ew strana rojhilatê Kurdistanê ye. Kesên ne ji rojhilat bin belkî çîroka wê zêde nizanibin tenê wek stranekê guhdariya wê dikin lê yên ji rojhilat in ez dibînin ew li ber stranê bi hêstrên xwe nikarin û digirîn. Yanî her stranek fonksiyona wê di jiyana mirovan de cihê wê cuda ye, ez vê hîs dikim. Lewra her strana ku ez dixwînim ji bo min jî taybetmendiyek wê heye. Ez hema wisa ketober nastrêm, stranên bijarte dixwînim. Ez aÅŸkera dikarim bibêjim ku ez bi hestiyarî nêzîk dibim hem hestên xwe tev lê dikim hem jî hestên guhdarvanan hîs dikim.

Wexta tu tev li ÅŸahî û konseran dibî, tu rastî bertekên çawa têyî, guhdarvan ji bo te eleqeyeke çawa nîÅŸan didin?

Piranî bertekên baÅŸ in. Car caran ew dibêjin ‘ev ji bo me ÅŸerm e, çawa dibe ew ne kurd e lê bi kurdî distirê em kurd in lê bi kurdî nizanin.’ Ez dibînim ku di nav wan de tiÅŸtek ÅŸiyar dibe, bi rewÅŸa xwe ya hatine asîmilekirin dihesin. Heke ez bixwazim ji bo zimanê kurdî tiÅŸtekî bikim encax ez bi vî hawî dikarim bikim. Belkî ne bi zanebûn dikim lê di encamê de ev derdikeve holê. Belkî di jiyana xwe ya rojane de hay ji asîmilebûna xwe nîn in lê gava yeke/î biyanî tê û bi zimanê wan distrê wê çaxê bi xwe dihesin, bi halê zimanê xwe dihesin. Ev jî ji bo min dibe enerjiyeke pozîtîf, ez dibînim ku bi kêrî hiÅŸyarkirinê tê.

Ez heman pirsê ji bo malbat û der dora te bikim. Bertekên wan li hember te çi ne, bi taybetî dayik û bavê te vê yekê çawa dibînin?

Ew bi karê min ÅŸanaz in. Zimanê bav û kalkê min oksîtanî ye, bavê min aktîvîstekî zimanê oksîtanî bû. Wî gelek xebat dikirin ji bo zimanê oksîtanî wenda nebe. Ez dibêjim qey hestiyariya min jî ji wir tê. Tê bîra min em jî gelek caran diçûn meÅŸ û çalakiyan. Bavê min havînan em diÅŸandin kampan ji bo em bi oksîtanî hîn bibin û ji bîr nekin. Gelek caran ji me re digot: “Ji bîr nekin ku berî sed salan yek kesekî jî li van deran bi fransizî xeber nedida, lê niha bi giÅŸtî fransizî dipeyivin.” Helbet ev hesasiyeta bavê min bandor li min jî kiriye. Ez jî wek bavê xwe li hember zimanên li ber talûkeya biÅŸaftinê ne pir hestiyar im. Zimanê kurdî jî yek ji wan zimanên e ku ez di bin talûkeya wendabûnê de dibînim. Erê gelek kes bi zarokên xwe re bi kurdî dipeyivin lê mixabin min bi çavê xwe gelek malbatên nezan jî dîtin ku kurdî hînî zarokên xwe nedikirin, hay ji zimanê xwe nebûn. Ez carna difikirim; gelo piÅŸtî bîst salên din dê ev ziman di çi rewÅŸê de be? Dizanim ne sucê wan e, ji bo zimanek bijî û nemire perwerdeya bi wî zimanî divê hebe. Mixabin kurd ji perwerdeya bi zimanê xwe bêpar in. Lê divê kurd ji bo zimanê xwe bixebitin. Mînak min hinek dîtin bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivîn. Min got: “Çima tu bi kurdî napeyivî? Wî digot: “Dema mezin bibe ew ê bi xwe hîn bibe.” Lê bi rastî ne wisa ye, divê kurd zarokên xwe despêkê hînî zimanê xwe bikin û her tim bi wan re bi kurdî biaxivin.

Duh di dema konserê de gotineke te bala min kiÅŸand, te got: “Ez gelek caran diçim komeleyên kurdan ji bo kurdiya min bi pêÅŸ bikeve lê wexta ez diçim cem wan rûdinêm ji ber ew piranî bi tirkî dipeyivin ez nema dikarim kurdiya xwe pêÅŸ bixim” te ev gazin wek henek kir, an bi rastî wisa ye ?

Erê, mixabin. Dema ez diçim komeleyên kurdan, mirovên li wir bi min re bi kurdî diaxivin ji ber ku ew dizanin ez dixwazim hînî kurdî bibim lê bi hev re, di nav hev de bi tirkî diaxivin. Ji bo min ev tiÅŸtekî ne xweÅŸ e.

Tu herî zêde kîjan dengbêjê/a kurd guhdarî dikî, ji kîjan dengbêjan hez dikî ?

Dengbêj Åžakiro û M. Arifê Cizrawî, Cemîl Horo, AyÅŸe Åžan û Meryem Xan û gelekên din, lê herî zêde Åžakiro û M. Arifê Cizrawî.

Tercîha te ya zimanê kurdî, heke em bi yek hevokê bersiva te bixwazin sedem çi ye ?

Bê guman polîtîk e. Erê zimanek li ber wendabûnê ye lê miletê kurd jî di bin zordariyê de ye. Lewra ez dibêjim ji bo min ne tercîhek bû; diviyabû ez bikim û dikim. Wek ku ez bibêjim ev qedera min e û ez qedera xwe dijîm.

Herî dawî wek dengbêjeke bi kurdî distrêyî, dixwazî ji guhdarvanên xwe re çi bibêjî, peyama te ji bo wan çi ye ?

Rast e muzîk gelek tiÅŸtan di xwe de dihewîne lê rewÅŸa miletê kurd jî li ber çavan e zordestî li ser heye. Bila zimanê xwe ji bîr nekin, ji ber ku ziman dîrok e, ziman nasname ye. Heger zimanê xwe ji bîr bikin ew ê wenda bibin. Ziman her tiÅŸt e.

Eléonore Fourniau kî ye?

Eléonore Fourniau di sala 1987’an de li Parîsa Fransayê hatiye dinyayê. 3 salan li Ozbekistanê jiyaye. Perwerdeya xwe li ser dersên piyanoyê dîtiye û di sala 2010’an de beÅŸa dîrokê xwendiye û bi dawî kiriye. 5 salan li Tirkiyeyê jiyaye. Tev li gelek konser û festîvalan bûye û bi hunermendên wekî Mîkaîl Aslan, Sylvain Barou, Efrên Lopez û gelekên din re derketiye ser dikê û stran gotine. Elêonore Fourniau stranên kurdî dibêje.



Print


.
2023-10-30 - 14 :33    Dr ZerdeÅŸt Haco Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt
2022-11-23 - 20 :54    Navdareki Kurd : Cewoyê Emer Mamoyan
2021-04-17 - 05 :23    “Yêrêvan xeber dıde” koça xwe bar kır
2020-03-31 - 14 :45    KURD ÇAWA BUN `miletê êzidî` ?
2020-02-28 - 15 :32    Kurdî qedera min e
2020-01-29 - 12 :58    JÄ°YANA NIViSKARÊ KURD ELÃŽYÊ EBDILREHMAN
2019-09-07 - 04 :49    YEKÄ°TÄ°YA KURDA, ROLA SEROK Û PARTÄ°YÊN KURD
2018-08-21 - 16 :14    Nirxandina Islama Siyasî di neynika wêjeya Kurdî de
2015-01-24 - 04 :34    WEZÃŽRÊ EÅžO ÇU SER DILOVANÄ°YA XWE
2013-01-01 - 06 :21    Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye
2012-01-22 - 12 :06    Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya
2012-01-14 - 01 :24    Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14 - 00 :55    Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
2011-11-08 - 22 :00    Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-10-15 - 02 :00    Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-09-18 - 01 :32    Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk
2011-03-17 - 01 :54    Barzanî: Divê em hev xaîn îlan nekin
2011-02-08 - 02 :25    Dîktatorek diçe yek tê
2010-11-16 - 00 :03    Pêncî saliya ÅŸewata zarokên sînema Amûdê
2010-11-13 - 20 :48    Girîşayê Memê ji nav me koç kir



About us  |  Contact information
Copyright 2008, ANP. All rights reserved.
Powered by Med Diplomatic